Bavê Demîrtaş di nebûna kurê xwe de hate definkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i345738-bavê_demîrtaş_di_nebûna_kurê_xwe_de_hate_definkirin
Li gor rapora Kurdpress`ê, Tahir Demirtaş bavê Selahedîn Demirtaş, siyasetmedarê hewskirî yê kurd û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nebûna kurê xwe Selahedîn de, li goristana Amedê hat defnkirin
(last modified 2024-01-01T02:04:28+00:00 )
Çile 01, 2024 05:23 Asia/Tehran
  •   Bavê Demîrtaş di nebûna kurê xwe de hate definkirin

Li gor rapora Kurdpress`ê, Tahir Demirtaş bavê Selahedîn Demirtaş, siyasetmedarê hewskirî yê kurd û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nebûna kurê xwe Selahedîn de, li goristana Amedê hat defnkirin

Bavê Demîrtaş ê 31ê Kanûnê roja Yekşemê li mala xwe ya li taxa navendî ya Kayapinar a Amedê jiyana xwe ji dest da, êvara heman rojê bi amadebûna girseya gel li goristana Qapi Yenî Şehîr a Amedê hat definkirin.

Siyasetmedarê kurd Ehmed Turk di axaftineke kurt de li ser gora Tahir Demirtaş ji ber mezinkirina ewladên  têkoşer  rêz li wî girtkir û got: Mêrekî mêrxas dimire, lê navê wî dimîne.