Bavê Demîrtaş di nebûna kurê xwe de hate definkirin
Çile 01, 2024 08:53 Asia/Tehran
Li gor rapora Kurdpress`ê, Tahir Demirtaş bavê Selahedîn Demirtaş, siyasetmedarê hewskirî yê kurd û serokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nebûna kurê xwe Selahedîn de, li goristana Amedê hat defnkirin
Bavê Demîrtaş ê 31ê Kanûnê roja Yekşemê li mala xwe ya li taxa navendî ya Kayapinar a Amedê jiyana xwe ji dest da, êvara heman rojê bi amadebûna girseya gel li goristana Qapi Yenî Şehîr a Amedê hat definkirin.
Siyasetmedarê kurd Ehmed Turk di axaftineke kurt de li ser gora Tahir Demirtaş ji ber mezinkirina ewladên têkoşer rêz li wî girtkir û got: Mêrekî mêrxas dimire, lê navê wî dimîne.