Kanûn 15, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Koma Parlimanî ya du Partiyên Seadet û Pêşerojê li Meclîsa Tirkiyê hat betalkirin

Bi mirina Hesen Bîtmez Nûnerê Partiya Seadetên ya Tirkiyê, Koma hevpar a du Partiyên Seadet û Pêşeojê li parlimana vî welatî hat betalkirin.

Van du partiyan her yek bi wergirtina deh kursiyên parlimanî di Hilbijartina 14ê Gulana 2023an karîn bi 20 kursiyan di vê dora Qanûndarêştinê ya Meclîsa Tirkiyê da Koma Parlimanî ava bikin; lê bi mirina Hesen Bîtmez ev kom hat betalkirin. Li gorî rêzikên Meclîsa Tirkiyê, hebûna koma parlimanî ya partiyên siyasî girêdayî bi şertê hebûna 20 nûneran e.

Hêjayî gotinê ye ku bi mirina Hesen Bîtmez Nûnerê Partiya Îslamxwaz a Seadetê, hejmara nûnerên Meclîsa Tirkiyê dakete 550 kesî.

Hesen Bîtmez di dawîn axaftina xwe ya dijîÎsraîlê li qada giştî ya Meclîsa Tirkiyê tûşî krîza dil bû û piştî du rojan razandina li nexweşxaneyê, koça dawî kir.

Serepeyv