Şertê Amerîkayê ji bo şandina balafirên F-16 bo Tirkiyê
Berdevkê partiya deshilatdar a Tirkiyê got: Waşîngtonê piştevanînekirina Enqerê ji Bakûyê di mijara Qerebaxê de wek şertê şandina balafirên F-16 bo vî welatî ragihandiye.
Omer Çelîk bi ragiahndina şertê Amerîkayê bo radestkirina balefirên cengê yên F-16 diyar kirr ku Tirkiye dixwaze muzakirên di navbera Komara Azerbaycan û Ermenîstanê de bibin sedema peymana aştiyê.
Berdevkê partiya desthilatdar a Tirkiyê îdia kir ku ger Êrîvan xwe ji kiryarên wêranker dûr bixe, çarçoveya hevkariyê ya 3+3 dê alîkariyeke mezin li aştiya li navçeyê bike.
Di Cotmeha sala 2021an de Tirkiyê bi peymaneke 20 milyar dolarî siparişa kirîna çend firokeyên şer ên Lakhîd Martin F-16 û 80 kelûpelên nûjenkirina balafirên xwe da Amerîkayê.
Radestkirina van firokeyan ji ber kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ji aliyê Tirkiyê ve ji aliyê Tirkiyê ve hat paşxistin.