20 endamên HDP'yê bi tawana hevkariya bi PKK'yê ra hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i343929-20_endamên_hdp'yê_bi_tawana_hevkariya_bi_pkk'yê_ra_hatin_desteserkirin
Yekîneya dije-terorê ya Polîsê Tirkiyê vê sibê 20 endamên HDP'yê bi tawana endamtiya li PKK'yê desteser kirin.
(last modified 2023-10-02T11:20:58+00:00 )
Çirî 02, 2023 14:45 Asia/Tehran
  • 20 endamên HDP'yê bi tawana hevkariya bi PKK'yê ra hatin desteserkirin

Yekîneya dije-terorê ya Polîsê Tirkiyê vê sibê 20 endamên HDP'yê bi tawana endamtiya li PKK'yê desteser kirin.

Elî Yerlî Kaya Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê bi daxuyaniyekê li X'ê qala desteserkirina 20 kesan bi tawana endamtî an hevkariya bi PKK'yê ra li Stenbolê kir. Li nav van kesan hin endamên payebilind ên HDP'yê jî hene.

Li gorî vê daxuyaniyê, Hêzên polîsê vî welatî vê sibê operasyona xwe ji bo desteserkirina 26 kesan dest pê kirin û ew li Stenbol û Kirklareliyê desteser kirin û operasyon ji bo desteserkirina 6 kesên din didome.

Yerlî Kaya îdia kir, kesên desteserbûyî endamên komekê ne ku ji bo alîkariya bo endamên PKK'yê bo derketina ji Tirkiyê an penahdana bo hin endamên vê rêxistinê dixebitîn.