Cotmeh 02, 2023 18:15 Asia/Tehran
  • Partiya Çepgir a Kesk:  Hikûmet li dû guhertina demografiya Şirnexê ji bo sextekariya di hilbijartinên şaredariyan da ye

Partiya Çepgir a Kesk û HDP'yê îdia krin ku hikûmet ji bo sextekariya berfireh di hilbijartina bê ya şaredariyan li Şirnexê plan dadirêje.

 

Nûner û endamên HDP û Partiya Çepgir a Kesk di serdana şaristana Oloderreyê ya Şirnexê îdia kirin ku Hikûmeta AKP û MHP'yê ji bo sextekariya di hilbijartina bê ya şaredariyan li Şirnexê bi rêya guhertina demografiyê dixebite.

Evdilla Guven Hevserokê HDP'yê yê Qileban anku Olodereyê di axaftinekê da bal kişande ser hin nûçeyan û got ku beriya hilbijartina xwecihî, dengdêr ji hin gundan bo bajarê Şirnexê tên veguebhstin da ku di pêvajoya dengdayînê da sextekarî çê bibe.

Wî got: Gelê me nabe ku bi van fêlan bixapin. Ji ber ku ev kar xesbkirina vîna gel e.

Zekî Îrmîz Nûnerê Partiya Çepgir a Kesk jî destwerdana AKP û MHP'yê di hilbijartina 2019an li gellek şaristan û bajarên Kurdistana Tirkiyê bi rêya cîbecîkirina dengdêran bi bîr anî.

Wî got: Niha hin zanyarî derbarê veguhestina dengdêran ji bo hilbijartina xwecihî ya sala 2024an gihîştine me. Hêzên desthilatdar û ewlehiyê dixwazin bi veguhestina dengdêran ji gundan bo bakar û navenda parêzgehê, encama hilbijartina ser xêra xwe biguherînin. Ev xesbkirina vîna gel e. Gelê me li Şirnex, Îlke û Qilebanê divê haya wan ji vê yekê hebe û encamên vîna xwe li hemberî van komployên qirêj biparêzin.

Serepeyv