Girtina penaberan li Tirkiyê berdewam e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i343134-girtina_penaberan_li_tirkiyê_berdewam_e
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di dewama siyaseta girtina penaberan li vî welatî 35 penaberên din li parêzgeha Edîrneyê desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 18, 2023 13:30 Asia/Tehran
  • Girtina penaberan li Tirkiyê berdewam e

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di dewama siyaseta girtina penaberan li vî welatî 35 penaberên din li parêzgeha Edîrneyê desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li parêzgeha Edîrneyê 35 penaberên ku dixwestin neqanûnî ji sînorên vî welatî derkevin, girtin.

Li gorî vê raporê, kesên hanê welatiyên Iraq, Pakistan, Lîbya û Meqribê ne.

Hikûmeta Tirkiyê beriya erdheja vê dawiyê li 10 parêzgehên vî welatî  rastî qeyrana aborî hat ku piştî vê erdhejê qeyrana aborî li vî welatî gurrtir bû û gelek çavdêr derxistina penaberan ji Tirkiyê  girêdayî vê meselê dizanin.