Tebax 17, 2023 16:42 Asia/Tehran
  • Swêdê hîn ti yek ji daxwazên Tirkiyê qebûl nekirine

Swêdê hîn ti yek ji 28 daxwazên Tirkiyê ji bo vegerandina terorîstan nepejirandiye.

Yilmaz Tûnc Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê di daxuyaniya xwe bo Kanala A-Haber da ev mijar hilêxist.

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê di vê gotûbêjê da derbarê sozên Swêdê ji bo vegerandina terorîstan, got: Me 28 daxwaz ji bo vegerandina kesên girêdayî bi komên terorîstî ji bo Swêdê şandine. Mixabin 22 babetên wan hatin redkirin. 9 daxwaz ji bo endamên PKK'yê, 8 daxwaz jî têkildarî endamên koma terorîstî ya Feto'yê û 5 komên din ji aliyê me va hatine raberkirin.

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê got: Her wiha me 3 daxwazên din aber kirine ku ji ber mirina tawanbaran b heman şert û mercan hatin redkirin. 3 daxwazên me li benda bersivê ne; lê saziya Dadweriyê ya Swêdê biryara xwe ya nerênî derbarê van daxwazan ragihandiye.

Tûnc bi bîr xist ku Swêdê biryara xwe ji bo ku bibe endameke NATO'yê ragihandiye. Ev daxwaz dê bikeve rojeva parlimana me. Parliman di dema behsê da dê hemî aliyan berçav bigire. Em çaverê ne ku Stokholm terorîstan radestî me bike, lê wan ti pêngavek di vî warî da ranekirne.

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê her wiha got ku Amerîka û welatêîmn din ên ewropî hema bêje daxwazên Tirkiyê ji bo vegerandina sûcdaran bi cih nayînin. Em derbarê wan kesan diaxivibn ku di bin şopandina Înterpolê da ne. Nemzae Tirkiyê daxwaza desteserkirin û mehkemekirina wan kesan dike ku destê wan di çalakiyên Rêxistina Feto'yê ku Enqere wê berpirsa darbeya 2016an da hebûye, dioke.

Wezîrê Dadweriyê yê Tirkiyê got: Swêd ku daxwaza piştrastkirina daxwaza xwe ya ji bo endamtiya li NATO'yê li parlimana Tirkiyê ye, di mehên derbasbûyî da bi destûrdana ji bo şewitandina Qurana Pîroz bi awayekî nimayîşî, bi awayekî nerasterast bêrêzî li Tirkiyê kiriye, em çaverê ne ku ev kiryar bên rawestandin.

 

Serepeyv