Erdogan: Pêkhatina ticareta 30 miliyarî bi Îranê ra pêkan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i342757-erdogan_pêkhatina_ticareta_30_miliyarî_bi_Îranê_ra_pêkan_e
Receb Teyyîb Erdogan tekezî li ser girîngiya zêdekirina hevkariyên Îran û Tirkiyê di warê têkoşîna dijî terorîsmê, tirsandina ji Îslamê û yekitiya Cîhana Îslamê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 28, 2023 12:33 Asia/Tehran
  • Erdogan: Pêkhatina ticareta 30 miliyarî bi Îranê ra pêkan e

Receb Teyyîb Erdogan tekezî li ser girîngiya zêdekirina hevkariyên Îran û Tirkiyê di warê têkoşîna dijî terorîsmê, tirsandina ji Îslamê û yekitiya Cîhana Îslamê kir.

Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê di merasima wergirtina Nameya Balyoztiyê ya Balyozê nû yê Îranê li Enqereyê da, tevî amajeya bi hatina meha Miherremê û Aşûraya Îmam Hisên (S), Aşûra wek sembola beranberiyê ji bo misilmanan û hokarek ji bo yekitiya civakên îslamî zanî.

Serokkoamrê Tirkiyê di dewamê da amaje bi warên hevkariya navbera Îran û Tirkiyê û tekezî li ser girîngiya berfirehkirina hevkariyên aborî û ticarî kir.

Erdogan pêkhatina ticareta 30 miliyar dlarî navbera Îran û Tirkiyê mimkin zanî û daxawza hewldana berpirsên du welatan ji bo rakirina berbendên ticarî û pêkhatina vê armancê kir.

Receb Teyyîb Erdogan her wiha daxwaza zêdekirina hevkariyên du welatan di warê têkoşîna dijî terorîsmê, tirsandina ji Îslamê û yekitiya Cîhana Îslamê da kir.