May 29, 2023 17:18 Asia/Tehran
  • Daketina zêde ya buhaya lîreya Tirkiyê piştî ragihandina nûçeya serketina Erdogan

Buhaya diravê neteweyî yê Tirkiyê piştî kutabûna hilbijartinên serokkomarî û ragihandina serketina Erdoga cardinê zêde bû.

 

Demajoya  daketina buhaya lîreya tirkiyê di mehên derbasbûyî de, pir zêde bûye û ev demajoya tim didome.

 Ji şeva derbasbûyî va ku hitmala serketina Receb Teyib Erdogan di hilbijrtinên Serokkomaria Tirkiyê  de zêde bû, weşandian vê nûçeyê bû sedema  daketina zêde ya buhaya lîreya Tirkiyê li himber dolar û daketina lîreya Tirkiyê cardinê rekordeke nû tomar kir û her dolara  Emerîkayê bi 20 lîreya Tirkiyê hat muamilekirin.

  Heta niha tu yek ji rêçareyên Erdogan bo rizgarkirina buhaya lîreyê kêrhatî nebûye, lewma karzan guherîna  demajoya biryarên  têkildarî pereyan, bo jordebirina buhaya lîreyê an herêkêm girtina pêşiya daketina buhaya lîreyê pêwîst dizanin.

  Erdogan dê 5 salên din kontrola hikûmeta Tirkiyê bigre destê xwe û serketina wî rastî bertekên newekhev  di nav û devey Tirkiyê hatiye,  weke mînak di halekî de ku bi serketina  Receb Teyib Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê, dilnigeraniya  kurdên tirkiyê û Sûriyê pir zêde bûye, kurdên Iraqê pêşewazî ji vê serketinê kirin.

Hinek analîzor û berpirsên partiyên kurdî li Tirkiyê dibêjin di halekî de ku  kurdên Tirkiyê û Sûriyê çavliriyê pevçûnên eskerî û  desteswerkirinên zêdetir ji aliyê hikûmeta Erdogan di 5 salên pêşber de ne, kurdên  bakurê Iraqê çavlirê  danûistandinên ticarî yên zêdetir a tirkiyê di vê dewreyê û destpêkirina  hinardekirina nifta Herêma kurdistanê bo Tirkiyê ne.

  Ji aliyê din ve ji ber ku opozîsyona Tirkiyê di hilbijartinên  buhurî de karnamyeke baş tinebû analîzor dibêjin ku partiya herî mezin a  dijberê  hikûmeta Tirkiyê yanê CHP di yekim berteka li himber işkesta xwe di hilbijartinên vê dawiyê, dê Kiliçdaroglû dayne qeraxê û dê rêberekî nû ji xwe re hilbijêre.

  Bê guman di yek û du rojên pêşber de, germa û taya hilbijartinên Tirkiyê yê sar bibe û cardinê pirsgirêkên aborî û qeyrana aborî yê qirika  xelkê vî welatî bişidîne û di vê rewşê de, xelkê Tirkiyê ji hikûmeta nû ya Erdogan dê bi tenê daxwaza kutakirina pirsgirêkên aborî bikin.

 Gelo Erdogan û tîma wî dê bikaribin qeyranê çareser bikin an na?

 Derbarê vê yekê de analîzor bi şik û guman bûne.

 

Serepeyv