May 21, 2023 17:43 Asia/Tehran
  • Şêwirînên ji bo dora duyem a Hilbijartinên Serokkomartiyê li Tirkiyê didomin

Bangeşeyên dora duyem a Hilbijartinên Serokkomartiyê yên Tirkiyê bi şêwirînên digel Sînan Dogan hevrikê Erdogan û Kilîçdaroglû derbasî qonaxeke nû bûne.

Kemal Kilîçdaroglû Rêberê Partiya Komarxwaz a Gelan (CHP) û berbjarê Hevpeymaniya Millet'ê digel Umîd Ozdag rêberê neteweperestên tundrê yên Partiya Zeferê hevdîtin pêk anî.

Umîd Ozdag piştî vê civînê, ew erênî û avaker wesifand. Ozdag di gotûbêja digel medyayan da got ku di vêcivînê da rexneyên Partiya Zeferê û Hevpeymaniya Ata'yê ji Kilîçdaroglû ra hatine ragihandin û xwestekên vê hevpeymaniyê derheq sozdariya li xalên bingehîn ên Komara Tirkiyê, mijara vegeriyan apenaberan û zêdekirina rihetiya welatiyên Tirkiyê hatine hilêxistin.

Ozdag ragihand ku ew ê drbarê vê civînê bi berbijarê Hevpeymaniya Ata'yê Sînan Dogan ra gotûbêj bike. Ozdag her wiha tevî rexneya ji du hevpeymaniyên Millet û Cimhûr'ê ku her yek ji wan digel du partiyên HDP û HUDAPAR'ê bûne hevpeyman, ev hereketa wan ne-demokratîk zanî û got: Eger Sînan Dogan di dora yekem da nebûna berbijar, Erdogan wê di dora yekem da bi ser ketiba.

Ji aliyê din va, Medyayên Tirkiyê hevdîtina Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê digel Sînan Dogan bi awayekî rûmal kirin ku dibê qey Sînan Dogan digel Erdogan derbasî hevpeymaniyeke nû bûye.

Medyayên Tirkiyê ragihandin ku Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê û berbijarê Hevpeymaniya Cimhûrê, li KOşka Dolma Baxçeyê digel Sînan Dogan berbijarê Hevpeymaniya Ata'yê hevdîtin  pêk anî.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Ev hevdîtin bi qasî saetekê hat domandin û du aliyan ti tiştek derbarê naveroka hevdîtinê neanîn ziman.

Di halekî da ku dora nû ya bangeşeyên Hilbijartinên Serokkomartiyê yên Tirkiyê bi tawanbarkirinên hevûdu ji aliyê her du berbijaran yanî Kemal Kilîçdarogl û Receb Teyyîb Erdogan dest pê bûye, Ehmed Dawûdoglû Rêberê Partiya Pêşerojê wek partiyeke şirîka hevpeymaniya opozîsyonê, di axaftinekê da tevî amajeya bi lihevkirina li ser Cîgirtiya Serokkomartiyê piştî serkeftina Kemal Kilîçdaroglû di Hilbijartinên Serokkomartiyê da, ragihand ku eger wêdaçûna wî ji vê cîgehê dengên Kemal Kilîçdaroglû zêde bike, ew ê ji vê cîgehê wêda here.

Dawûdoglû bi gotina vêya ku armanca sereke zêdekirina baweriya li berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê ye got ku cîgehên hikûmî ne girîng in û ya girîng piştevaniya komên cûrbicûr ji Kilîçdaroglû ji bo serkeftina di Hilbijartinên Serokkomartiyê da ye.

Welatiyên Tirkiyê dê 28ê Gulanê careke din ji bo hilbijartina serokkomarê vî welatî biçin navendên dngdanê.

 

Serepeyv