Erdogan: Em ê di dora duyem a hilbijartina Serokkomartiyê da bi ser kevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i341363-erdogan_em_ê_di_dora_duyem_a_hilbijartina_serokkomartiyê_da_bi_ser_kevin
Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê dibêje ku hevpeymaniya wî dê di dora duyem a hilbijartina serokkomartiyê da bi ser keve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 16, 2023 13:08 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em ê di dora duyem a hilbijartina Serokkomartiyê da bi ser kevin

Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê dibêje ku hevpeymaniya wî dê di dora duyem a hilbijartina serokkomartiyê da bi ser keve.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê,  Serokkomarê Tirkiyê yê niha şeva çûyî got ku hevpeymaniya wî anku Hevpeymaniya Cimhûrê dê di dora duyem a hilbijartinan da ku dê roja 28ê Gulana 2023an were lidarxistin da bi ser keve.

Erdogan got: Baweriya gelê Tirkiyê li me û hevpeymaniya me heye.

Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê ragihand, Lingorî encamên hejmartina dengan, Erdogan bi bidestxistina zêde ji 27 miliyon û 88 hezar dengî sedî 49.5ê dengan û Kemal Kilîçdaroglû jî bi bidestxistiona zêde ji 24 miliyon û 568 hezar dengî sedî 44.89ê dengan wergitine û derbasî dora duyem bûne.