Miherem Înce ji hilbijartina Tirkiyê vekişiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i341245-miherem_Înce_ji_hilbijartina_tirkiyê_vekişiya
Miherem Înce berbijarê serbixwe di hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê da ku ji aliyê Partiya Memleketê va dihat piştgirîkirin ji rikeberiyên hilbijartinê vekişiyaye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2023 13:29 Asia/Tehran
  • Miherem Înce ji hilbijartina Tirkiyê vekişiya

Miherem Înce berbijarê serbixwe di hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê da ku ji aliyê Partiya Memleketê va dihat piştgirîkirin ji rikeberiyên hilbijartinê vekişiyaye.

Li gorî nûçeya Roja Pêncşemiyê ya Kanala TRT'yê, Bi vekişîna Miherem Înce ji rikeberiyên hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê, sê rojan beriya dengwergirtinê, hilbijartin di roja Yekşemiya hefteya bê da navbera Receb Teyyîb Erdogan berbijarê Hevpeymaniya Cimhûrê, Kemal Kilîçdaroglû berbijarê Hevpeymaniya Millet'ê û Sînan Dogan berbijarê Hevpeymaniya Ata dê were domandin.