Pênc weşan ji Tirkiyê beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340888-pênc_weşan_ji_tirkiyê_beşdarî_pêşangeha_navneteweyî_ya_pirtûkan_a_tehranê_dibin
Pênc weşanên çalak ji Tirkiyê dê di mijara Pirtûkên Zarok û Nûciwanan da beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2023 14:41 Asia/Tehran
  • Pênc weşan ji Tirkiyê beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê dibin

Pênc weşanên çalak ji Tirkiyê dê di mijara Pirtûkên Zarok û Nûciwanan da beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê bibin.

Ev weşan dê bi hev ra li odeya komî ya Tirkiyê li Beşa Navneteweyî ya Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê da dê amade bin.

Dora 34an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê dê ji 10 heta 20ê Gulana 2023an li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (Re) ya Tehranê were lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Weşanên tirkiyeyî ku dê beşdarî dora 34an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê bibin, weşanên Nar, Sîgma, OSP, YY û weşana Ostorlebê ne.