Adar 31, 2023 16:52 Asia/Tehran
  • Li Mêrsînê 8 kes bi tawana têkilîya bi DAIŞê ra hatin desteserkirin

Li navçeyên Akdeniz û Mezitliyê yên ser bi parêzgeha Mêrsînê ya Tirkiyê, îro 31ê Adarê bi hinceta endamtiya DAIŞê 8 kes hatin desteserkirin.

Li navçeyên Akdeniz û Mezitliyê tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de îro 31ê Adara 2023ê li dijî DAIŞê operasyonek kirin.

Di vê operasyona ku vê sibê bi awayekî hevdem hat lidarxistin, dor li hin cihan hat girtin û 8 kesên hatin desteserkirin bo dayîna îfadê bo Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê hatin veguhestin.

Li gor medya fermî ya Tirkiyê, 8 kesên hanê, di nav baskên îstixbarî û lojistikî yê rêxistinê de kar kirine û şerê çekdarî kirine.

Hêzên taybet ên polîs ên Tirkîyê herwiha dema destserkirina wan kesana, dest dannîe ser hin alavên dîcîtal û belgeyên rêxistinê.