Adar 26, 2023 09:17 Asia/Tehran
  • Ji ber hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê, 1.4 miliyar dolar siza li Tirkiyê hat birrîn

Li gorî rapora Malpera Middle East Eye’yê, Dîwana Dadweriyê ya Navneteweyî li Parîsê ji ber hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bêyî destûra hikûmeta navendî ya v welatî, Tirkiye neçar kiriye sizayeke 1.4 miliyar dolarî bide.

Gilîya Bexdayê ji Enqereyê li cem Dîwana Hekemtiyê ya Navneteweyî li Parîsê bi tawana hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bêyî destûra hikûmeta navendî ya vî welatî, piştî 9 salan li ser xêra Iraqê bi dawî bû. Di encamê da Tirkiye divê şandina nifta Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê rawestîne.

Kovara Middle East Eye’yê di raporekê da qala daxwaza Bexdayê ji Enqereyê ji bo dayîna zêdetirî 30 miliyar dolarî ji ber vê binpêkirinê kiriye.

Lê wisa xuya ye ku Tirkiye pereyekî gelekî hintirktir derdora 1.4 miliyar dolar ji ber şandina nifta Herêma Kurdistanê bi awayê bêdesûr, dê radestî Bexdayê bike.

Çavkaniyên tirkiyeyî ji vê kovarê ra gotine ku ew ê hikmê derxistî ji aliyê Dîwana Hekemtiyê ya Navneteweyî bi cih bînin û ji hefteya bê va ji bo îcadkirina mekanîzmekê bo hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê digel Bexdayê gotûbêj bikin.

Serepeyv