Adar 25, 2023 18:13 Asia/Tehran
  • Ermenistan û Tirkiyê biryar dan ku derbasgehên sînorî vekin

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê qala lihevkirina vî welatî digel Tirkiyê ji bo vekirina derbasgehên sînorî navbera du welatan li ser rêwiyên welatên din kir.

Li gorî rapora IRNA’yê, ‘Ararat Mîrzoyan’ Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê êvara Înîyê ragihand, Ermenistan û Tirkiyê li hev kirine ku beriya destpêbûna demsala geştyariyê ya îsal sînorê xwe yê hevpar li ser welatiyên welatên sêyem û kesên xwedî pasporta dîplomatîk vekin.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê tevî amajeya bi vêya ku Ermenistan ji bo vekirina deriyê sînorî yê hevpar amade dibe, got: Rawestgeha lêgerînê ya bejahî ya Margarayê li ser sînorê du welatan bi armanca veguehstina alîkariyên xwarek, derman û alavên din ên alîkarîgihandinê yên Ermenistanê bo navçeyên erdhejlêqewimî li Tirkiyê bo cara yekem di Çileya 2023an û bo cara yekem di 30 salên derbasîbûyî da li ser kamyonên ermenistanî hat vekirin.

Tirkiyê sala 1993an wek hevgirtina digel Komara Azerbaycanê ku li ser Qerebaxa Çiyayî bi Ermenistanê ra ketibû şêrr, sînorê xwe li ser Ermenistanê girêda.

 

 

Serepeyv