Serokwezîrê Iraqê çû Tirkiyê
Adar 21, 2023 17:30 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê îro Sêşemiyê di serdaneke fermî ji Bexdayê çû Tirkiyê.
’Muhemed Şiya Sûdanî’, Serokwezîrê Iraqê îro Sêşemiyê di serdaneke du rojî de gihîşt Enqereyê.
‘Qerîb Esker El-Turkmanî’, Nunerê parlemana Iraqê di daxûyaniyekê de got ew bi şandeke fermî bi serokatiya ’Muhemed Şiya Sûdanî’ serokwezîrê Iraqê re çû Tirkiyê.
Di vê serdanê de, dosyeyên giring derbarê peywendiyên Iraq û Tirkiyê û berfirehkirina hevkariyên dualî û kêrhatî navbera her du welatan di warên curbicur bona cihhatina aramncên du gelên cîran di warê pêşketin û geşatiyê de rawêjkariyê bikin.
Biryar e Sûdanî bi rayedarên Tirkiyê re derbarê hinek dosyeyan ku ya herî giring, dabînkirina ewlehiya sînoran û danûistandinên bazirganî ye, rawêjkarî bike.