Adar 19, 2023 17:23 Asia/Tehran
  • Encamên rapirsîna nû li ser hilbijartina bê ya Tirkiyê hatin weşandin

Dora sêzdehem a hilbijartina serokkomariyê û dora 28an a hilbijartina Meclîsa Tirkiyê di 14ê Gulana 2023an da dê bên lidarxistin. Navnivîsîna berbijarên dora sêzdehem a hilbijartina serokkomariyê ya Tirkiyê ji îro va dest pê bûye.

Di rapirsîna nû ya ji aliyê Enstîtûya ORC’yê va, “Kemal Kilîçdaroglû” sedî 53.1 û “Receb Teyyîb Erdogan” sedî 42.3ê dengan di hilbijartina 14ê Gulanê da bi dest dixin.

Her wiha di vê rapirsînê da, sedî 28.3ê beşdaran CHP, sedî 28.1 AKP, sedî 11.7 Iyî Partî, sedî 9.3 HDP, sedî 6.3 MHP, sedî 2.5 Partiya Pêşerojê, sedî 2 Partiya DEVA’yê (Partiya Demokrasî û Pêşketinê) û beşa mayî jî partiyên din bijartine.

Li gorî rapora Konseya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, 64 miliyon ji welatiyên Tirkiyê xwedan merc ji bo beşdariya di hilbijartina bê da ne.

Heyama serokkomartiya Tirkiyê 5 sal e û bijartiyên gel li meclîsa vî welatî jî ku hejmara 600 kes e, bo heyama 5 salan tên bijartin.

Serepeyv