Teqeziya Tirkiyê ser cihanîna kiryarên pêdivî ji bo çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340037-teqeziya_tirkiyê_ser_cihanîna_kiryarên_pêdivî_ji_bo_çareserkirina_dilnigeraniyên_ewlehiyê_yên_tirkiyê
Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê, çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Enqereyê wek şertê endametiya Swêd û Fînlandê nav NATO’yê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2023 14:26 Asia/Tehran
  • Teqeziya Tirkiyê ser cihanîna kiryarên pêdivî ji bo çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê

Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê, çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Enqereyê wek şertê endametiya Swêd û Fînlandê nav NATO’yê da zanîn.

Swêd û Fînland, daxwaza endametiya nav NATO’yê kirine û Tirkiyê jî di civîna endamên vê peymanê li Madrîdê di 8ê Hezîrana 2022’an de daxwaza endametiya Swêd û Fînlandê vêto kir.

Enqereyê, Fenland û Swêd ji ber piştgiriya ji PKK’yê bi piştgiriya ji rêxistinên terorê tawanbar kirin û ji van du welatan  xwest ku  bila helwêsta xwe biguherînin.

 Tevî soz û qirarên van du welatan, Enqere tim ser daxwaza xwe pêgirî dike û li himber vê daxwazê derdikeve.

 Îbahîm Kalîn, Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê li Bruksela paytexta Belcîkayê got:  Bona ku Swêd û Fînland bikaribin bibin endamê NATO’yê divê bo çareserkirina dilnigeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê pêngavên pêdivî hilînin.

 Kalîn civîna bernameya hevpar a  dayîmî ya Tirkiye, Swêd û Fînlandê erênî û kêrhatî nirxand û got:  Lezgîniya demajoya endametiya Swîd û Fînlandê nav NATOyê maye ser pêngavên van her du welatan.

 NATO’yê duh di daxûyaniyekê de ragihand ku  nunerên Swîs û Fînlandê piştî gotûbêja derbarê endametiya van du welatên ewropî li NATO’yê li hev kirine ku beriya civîna rayedarên NATO’yê  di Tîrmehê de li Vîlniyûsê cardinê hevdîtin pêk bînin.