Tirkîyê Parlimana Ewropayê bi piştgirîya ji terorîsmê û durûtîyê tawanbar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i340021-tirkîyê_parlimana_ewropayê_bi_piştgirîya_ji_terorîsmê_û_durûtîyê_tawanbar_kir
Bi dû amadebûna çend rêvebir û hogirên PKK’yê li avahîya Parlimana Ewropayê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ew parliman bi piştgirîya ji terorîsmê tawanbar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2023 14:46 Asia/Tehran
  •  Tirkîyê Parlimana Ewropayê bi piştgirîya ji terorîsmê û durûtîyê tawanbar kir

Bi dû amadebûna çend rêvebir û hogirên PKK’yê li avahîya Parlimana Ewropayê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ew parliman bi piştgirîya ji terorîsmê tawanbar kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku amadebûna hejmarek rêvebir û hogirên PKK’yê li avahîya Parlimana Ewropayê nayê qebûlkirin û dîyar kir ku vê yekê careka din durûbûna Parlimana Ewropayê di mijara têkoşîna dijî terorîsmê da aşkira kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê di vê daxûyanîyê da eva ku Parlimana Ewropayê rê daye hejmarek endamên PKK’yê, berovajî sozên navneteweyî yên vê parlimanê zanî û amadebûna wan kesana li avahîya Parlimana Ewropayê êrişa ser yekperçetîya axa Tirkîyê zanî.

Dewleta Tirkîyê û Yekitîya Ewropayê (YE) navê PKK’yê xistine lîsteya rêxistinnê terorîst. Dewleta tirkîyê bi heceta sekinîna hibmerî PKK’yê gellek deverên bakurê Sûrîyê dagir kirine û bi awayekî berdewam jî êrişî bakurê Iraqê dike. Di encama wê dagirkerî û wan êrişana da bi hezaran kes ji niştecihên navçeyên hanê cî û warê xwe terikandine.