Li Stenbolê 15 kes bi tohmeta endamtiya di DAIŞ’ê de hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i339296-li_stenbolê_15_kes_bi_tohmeta_endamtiya_di_daiŞ’ê_de_hatin_desteserkirin
Di operasyona ku li Stenbolê hat lidarxistin de 15 tohmetbarên ku tê îdiakirin li dijî hin konsulxane û îbadetxaneyên welatiyên Xirîstiyan û Cihû ji DAIŞê fermana çalakiyan wergirtine, hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2023 14:50 Asia/Tehran
  •  Li Stenbolê 15 kes bi tohmeta endamtiya di DAIŞ’ê de hatin desteserkirin

Di operasyona ku li Stenbolê hat lidarxistin de 15 tohmetbarên ku tê îdiakirin li dijî hin konsulxane û îbadetxaneyên welatiyên Xirîstiyan û Cihû ji DAIŞê fermana çalakiyan wergirtine, hatin desteserkirin.

Li gorî rapora TRT’yê, Çiqa Stenbolê ya “Rêveberiya Têkoşîna Dijî Terorê” bi hevkariya “Rêxistina Istixbarat û Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê” (MIT) ev 15 endamên Koma terorîst a DAIŞ’ê nasîn û girtin.

 Anegorê vê raporê wan gumanbaran ji serkirdeyên Baska Xorasanê ya DAIŞ’ê ferman wergirtine ku dijî konsulxaneya Swêd û Holandayê yên li Stenbolê û li dijî îbadetxaneyên welatiyên Xirîstiyan û Cihû çalakiyan pêk bînin.

 Li gorî nûçeya TRT’yê, hat diyarkirin ku peywendiya wan 15 kesan bi DAIŞ’ê û herêmên şer re heye lê belê gefên wan ên zelal li ser konsulxaneyan û îbadetxaneyên Kirîstiyan û Cihûyan nehatine tespîtkirin.