Çile 30, 2023 09:14 Asia/Tehran
  • Tekeziya Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê li ser dewama şerê vî welatî dijî komên Kurd

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bi vê îdiayê ku “Ti kêşeyeke me bi birayên me yên Kurd ra tune û tenha armanca Enqereyê terorîst in”, got: “Em ê heta kuştina terorîstê herî dawî têkoşîna xwe bidomînin.”

Xulûsî Akar Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di axaftinekê da li Kayseriyê tevî tekeziya li ser vêya ku ew şev û roj ji bo rakirina astengiyên ewlehî û ewlehiyê li Tirkiyê hewl dide, got: “Tirk û Kurd pişk û parçeyên Gişt’ekê ne û ew ê bi awayê hevdil  têkoşîna xwe wek gurmisteke 85 miliyon kesî bidomînin.”

Ev axaftinên Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê derbarê biratiya navbera Kurdan û Tirkan li Tirkiyê di rewşekê da tên hilêxistin ku hikûmeta Tirkiyê bi behaneya serkutkirina Kurdan li nav û derveyî vî welatî operasyon û kiryarên berfireh pêk anne û  carcaran êrîşî ser deverên kurdnişîn dike û gelek astengî û sînordarî li van deveran çê kirine; li derveyî Tirkiyê jî bi heman behaneyî gelek deverên Sûriye û Iraqê dagir kirine.

Karzan axaftinên rayedarên Tirkiyê di van dem û rojan da yên li ser biratiya navbera Kurdan û Tirkan wek gotinên guncan ji bo hilbijartinê dizanin ku bi armanca wergirtina dengên Kurdan di hilbijartina çarenûssaz a pêşerojê tên hilêxistin.

 

Serepeyv