Çile 24, 2023 16:23 Asia/Tehran
  • Tirkiyê dest bi çêkirina gemiya şêrr a xwe ya yekem kir

Operasyona çêkirina yekem gemiya şêrr a xwecihî ji aliyê pisporên Tirkiyê va dest pê bû.

Tirkiyê pêştir ragihandibû ku ji bo çêkirina sê gemiyên şêrr ji aliyê pisporê vî welatî plan dike.

Îsmaîl Demîr Serokê Pîşeya Berevaniyê ya Tirkiyê roja Duşemiyê got: Konsorsyûmek ji pênc kompaniyên sereke yên Tirkiyê di warê çêkirina gemiyan da ji bo çêkirina van gemiyên şêrr pêk hatiye û çavkaniyên wê yên darayî jî ji aliyê van kompaniyan va tê dabînkirin.

Li gorî gotina Demîr, Biryar e di 36 mehên bê da 3 gemiyên şêrr bên çêkirin.

Demîr her wiha got: Pirraniya çek û hîskeran li gemiyên çêkirî li Tirkiyê ku pêştir ji derveyî welêt dihatin kirrîn, niha li nav welêt tên çêkirin.

 

Serepeyv