Kanûn 16, 2022 16:38 Asia/Tehran
  • Li ser rêya Amed-Mêrdînê teqînek qewimî; 9 kes birîndar bûn

Wezareta karên hundur a Tirkiyê hejmara birîndarên bombedanîna terorîstî ya li rojhilatê vî welatî 9 kes ragihand.

Wezareta karên hundur a Tirkiyê ragihand, di encama vê teqînê de 9 kes birîndar bûne.

Li gor çavkaniyên ewlehiyê, îro Înê 16ê Kanûna 2022an saet 05:10 li ser rêya Amed-Mêrdînê nêzîkî Bazara Ajelan di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînek çêbû û di encam de 9 polîs birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, hejmareke zêde ya tîmên tendirûstiyê û hêzên emnî çûne cihê bûyerê û 9 polîsên birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê bûyerê de peyamek belav kiriye û ragihandiye: 2 kes bi tohmeta vê teqînê hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam e.

Lê anegorî raporên ku herî dawî hatine weşandin, heta nika 5 kes têkildarî vê bombedanînê hatine girtin. Hîn ti komekê berpirsyariya vê teqînê nedaye ustiyê xwe. Rayedarên dewletî li Tirkiyê ku berpirsyariya para zêde ya êrişên terorîstî li vî welatî dixin ser milê PKK'ê jî, hîn ti kes an komek wekî berpirsê vê êrişê yê muhtemel nedane nasandin.

13'ê Mijdarê teqênek li Stenbolê qewimî û di encamê da 6 kes hatin kuştin û 81 kes jî birîndar bûn. Enqereyê PKK wek berpirsa vê êrişê da nasîn, lê vê partiyê her cure têkiliya di vê bûyerê da red kiriye.

 

Serepeyv