Îran û Tirkiye li Îdirê li ser mijarên sînorî şêwirîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i338173-Îran_û_tirkiye_li_Îdirê_li_ser_mijarên_sînorî_şêwirîn
Rayedarên Îran û Tirkiyê roja Pêncşemiyê di warê ewlehiya sînorî navbera du welatan şêwirîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 16, 2022 11:12 Asia/Tehran
  •  Îran û Tirkiye li Îdirê li ser mijarên sînorî şêwirîn

Rayedarên Îran û Tirkiyê roja Pêncşemiyê di warê ewlehiya sînorî navbera du welatan şêwirîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Di vê hevdîtinê da ku bi mazûvaniya parêzgeha Îdirê li rojhilatê Tirkiyê û hevsînor digel Îranê pêk hat, her wiha meseleyên têkildarî tranzît û ewlehiyê hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya taxima îranî di vê hevdîtinê da serheng Sadiq Rostemzade fermandarê Henga Sînorî ya Makûyê û serokatiya taxima tirkiyeyî jî Engîn Sarî Îbrahîm girtibûn ustiyê xwe.

Sînorê Îranê digel Tirkiyê 500 kîlometreyî ye ku beşa wî ya sereke navçeyên çiyayî yên bi dijwariya derbasbûnê ne û çar parêzgehên Agirî, Îdir, Wan û Hekarî li aliyê Tirkiyê hevsînor digel parêzgeha Azerbaycana Rojava li Îranê ne.