Kanûn 15, 2022 15:29 Asia/Tehran
  •  15 kes bi tawana hevkariya digel PKK'yê li Tirkiyê hatin desteserkirin

Di operasiyona hêzên polîsê Tirkiyê ya îro da 15 kes bi tawana hevkariya digel PKK'yê hatin naskirin û desteserkirin.

Pêla êrîş û desteserkirinê ji aliyê hêzên Tirkiyê va li dijî PKK'yê li hundir û derveyî vî welatî piştî teqîna roja 13ê Mijdarê li kolana Îstîkalal Stenbolê zêde bûye. Tevî ku Enqereyê PKK wek berpirsa teqîna li Stenbolê daye nasandin, lê PKK'yê her cûre têkiliya xwe bi vê teqînê ra red kiriye.

Li gorî rapora IRIB News'ê, di operasiyona polîsê Tirkiyê li parêzgehên Bîngol û Diyarbekirê da 15 kes bi tawana alîkarî û sitirandina endamên PKK'yê hatin desteserkirin.Dozgeriya Bîngolê destûra desteserkirina 21 kesan daye ku heta niha 15 kes hatine desteserkirin û opersiyon ji bo desteserkirina kesên din didome.

 

Serepeyv