Du welatiyên derveyî li Tirkiyê ji ber bêrêziya li Lîreyê hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337909-du_welatiyên_derveyî_li_tirkiyê_ji_ber_bêrêziya_li_lîreyê_hatin_desteserkirin
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê du hemwelatiyên derveyî ji ber bêrêziya li pereyê neteweyî desteser kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2022 13:09 Asia/Tehran
  • Du welatiyên derveyî li Tirkiyê ji ber bêrêziya li Lîreyê hatin desteserkirin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê du hemwelatiyên derveyî ji ber bêrêziya li pereyê neteweyî desteser kirin.

Kesên desteserkirî du xwendekarên ji Somalî û Fînlandê ne ku li ber dûrbînê Lîreya Tirkiyê didirînin û ev dîmen li nav Înternetê belav kirine.

Li gorî ragihandina medyayên Tirkiyê, ev du xwendekar di çarçoveya bernameya danûstandina xwendekaran da li Tirkiyê ne.

Li gorî qanûnên Tirkiyê bêrêziya li pereyê neteweyî wek sûc tê zanîn û cezaya ji 100 heta 73 hezar lîreyî li wan tê birrîn.