Êrîşeke bi roketan li ser başûrê Tirkiyê pêk hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337781-Êrîşeke_bi_roketan_li_ser_başûrê_tirkiyê_pêk_hat
Çavkaniyên nûçeyan êvara Yekşemiyê qala avêtina 4 roketan ji bakûrê Sûriyê bo nav axa Tirkiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2022 07:24 Asia/Tehran
  • Êrîşeke bi roketan li ser başûrê Tirkiyê pêk hat

Çavkaniyên nûçeyan êvara Yekşemiyê qala avêtina 4 roketan ji bakûrê Sûriyê bo nav axa Tirkiyê kir.

4 roket ji bakûrê Sûriyê li navçeya Qerqemîşê ya parêzgeha Xazî Entaba başûrê Tirkiyê ketine.

Li gorî vê raporê, ev roket li navçeyeke bêyî niştecihan li Qerqemîşê (Karkarmîş) ketine û ti xisarek çê nekirine.

Tê gotin, ev êrîş ji aliyê hêzên kurd ên li bakûrê Sûriyê va pêk hatiye.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiyê berbanga Yekşemiyê doreke nû ya êrîşên li ser mîlîtanên kurd li bakûrê Sûriye û Iraqê dest pê kir.