2 leşkerên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337522-2_leşkerên_artêşa_tirkiyê_li_bakurê_iraqê_hatin_kuştin
Li bakurê Iraqê di operasyona neqanûnî ya artêşa dagîrker a Tirkiyê de 2 leşkerên vî welatî hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • 2 leşkerên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hatin kuştin

Li bakurê Iraqê di operasyona neqanûnî ya artêşa dagîrker a Tirkiyê de 2 leşkerên vî welatî hatin kuştin.

Li gorî rapora kanala TRT`ê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja şemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku di encama şer û pevçûna navbera hêzên PKK`ê li devera operasyonê ya Penca-kilîdê li bakurê Iraqê 2 leşkerên vî welatî hatin kuştin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev leşkerên tirk ji ber teqîna bombeyên bidestçêkirî birîndar bûne û tevî hemû tedbîrên pizîşkî jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirkiyê amarên giştî û rast ên kuştî û birîndarên leşkerên xwe li Iraq û Sûriyê eşkere nake. Li gorî ragihandina artêşa Tirkiyê, serbazekî din ê vî welatî jî roja Îniyê li bakurê Iraqê hatiye kuştin.