​​​​​​​Li Enqerê 9 rojnamevan hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337349-li_enqerê_9_rojnamevan_hatin_girtin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dabû destpêkirin de 9 rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine hatin girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 29, 2022 16:06 Asia/Tehran
  • ​​​​​​​Li Enqerê 9 rojnamevan hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dabû destpêkirin de 9 rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine hatin girtin.

Dadgehê derbarê 9 rojnamevanên Kurd de ku xebatkarên Ajansa Mezopamyayê û JinNewsê ne û roja 25ê Cotmehê hatibûn binçavkirin, biryara girtinê da.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê roja Sêşemê 25ê Cotmeha 2022yan di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarê de 11 rojnamevan û karmendên Kurd ên ajansên  Mezopotamya û JinNewsê binçav kiribûn.

Duh 28ê Cotmeha 2022an rojnamevan ji bo dadgehkirinê bo Enqerê hatibûn birin û rûniştina doza wan li Dadgeha Enqerê hat dîtin.

Şeva borî, Dadgeha Cezayan a Enqerê ji ber nûçe, parvekirinên medya civakî  û hinek serdanên wan biryara girtina 9 ji wan rojnamevanên Kurd da.

Rojnamevanek jî bi mercê kontrola dadî hat azadkirin û qedexeya derketina derveyî welat li ser wî hat sepandin.