Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Iraqê hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i337312-leşkerekî_artêşa_tirkiyê_li_iraqê_hat_kuştin
Leşkerekî artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 27, 2022 16:08 Asia/Tehran
  • Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Iraqê hat kuştin

Leşkerekî artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê hat kuştin.

Tirkiyê PKKê xistiye lîsteya grûpên terorîstî û hêzên vê gurûpê li hundirê vî welatî û herwiha li Iraq û Sûriyê dike armanca êrişan. Bexda û Şamê bi caran destwerdanên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li welatê xwe protesto kirine. Lê belê êrîşên artêşa Tirk tevî nerazîbûnan ​​jî didome û her carê di van êrîşan de leşkerek tê kuştin.

Li gorî rapora kanala radyo-televizyonî ya TRT`ê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro pêncşemê ragihand ku ew serbazê ku roja 26ê Cotmehê li devera operasyona Pence Kilîtê li bakurê Iraqê di encama şer û pevçûna ligel endamên PKKê de birîndar bû û li Nexweşxana Can jiyana xwe ji dest da.

Tirkiyê hejmara giştî ya kuştî û birîndarên leşkerên xwe yên di şerê li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê de eşkere nake.