Civîna serokên Tirkiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336909-civîna_serokên_tirkiye_ermenistan_û_komara_azerbaycanê
Serokomarên Tirkiye û Azerbaycanê ligel Serokwezîrê Ermenistanê duh (pêncşemê) li Komara Çek civiyan û bi hev re gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2022 10:11 Asia/Tehran
  • Civîna serokên Tirkiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê

Serokomarên Tirkiye û Azerbaycanê ligel Serokwezîrê Ermenistanê duh (pêncşemê) li Komara Çek civiyan û bi hev re gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a TASS`ê, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di civîna bilind a Yekîtiya Ewropayê de li ser şer û pevçûnên vê dawiyê yên di navbera Bakû û Êrîvanê de gotûbêj kirin.

Zanyariyên zêdetir derbarê  vê civîna sê alî de nehatin weşandin.

Ev yekem hevdîtin û diyaloga rasterast bû di navbera berpirsên Êrîvan û Bakûyê de piştî şer û pevçûnên dawî yên sînorî di navbera her du welatan de.

Di dewra nû ya pevçûnên sînorî yên di navbera Ermenîstan û Komara Azerbaycanê de (ji 12 heta 14 Îlonê), li gorî diyarkirina Yêrêvanê 135 leşkerên ermenî hatin kuştin.

Bakûyê jî hejmara kuştiyên Komara Azerbaycanê di van pevçûnan de 79 leşker ragihandibû.