Polîsekî Tirkiyê li bajarê Babê yê Sûriyê hate kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i336831-polîsekî_tirkiyê_li_bajarê_babê_yê_sûriyê_hate_kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, polîsekî Tirkiyê yê ser bi Hêzên Taybet li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê di encama êrîşeke mûşekî de hat kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2022 17:55 Asia/Tehran
  • Polîsekî Tirkiyê li bajarê Babê yê Sûriyê hate kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, polîsekî Tirkiyê yê ser bi Hêzên Taybet li bajarê Babê yê bakurê Sûriyê di encama êrîşeke mûşekî de hat kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî bi mûşekan êrîş li baregeha wan a li bajarê Babê hate kirin û di encamê de polîsekî bi navê Mistefa Çalişkan birîndar bû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê  her wiha di dewamê de diyar kir; piştî ku ew polîs ji bo nexweşxaneyeke Dîlokê hate veguhastin, li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Bajarê Babê dikeve 38 kîlometriya bakurê rojhilatê Heleb û ji meha Sibata 2017an de di destê grûpên çete û terorîst ên ku Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.