Li Dîloka Tirkiyê bûyera trafîkê: 16 mirî û 21 birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335974-li_dîloka_tirkiyê_bûyera_trafîkê_16_mirî_û_21_birîndar
Li bajarê Dîlokê yê Kurdistana Tirkiyê bûyereke trafîkê rûda, di encama bûyerê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • Li Dîloka Tirkiyê bûyera trafîkê: 16 mirî û 21 birîndar

Li bajarê Dîlokê yê Kurdistana Tirkiyê bûyereke trafîkê rûda, di encama bûyerê de 16 kesan canê xwe ji dest dan û 21 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Edene û Dîlokê otomobîlek qeza kir, piştre otobuseke rêwiyan li cihê bûyerê li ambûlans û wesayîta agirkujiyê û wesayîta weşana zindî ya Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (IHA) qelibî.

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul li cihê bûyerê ragihand, 16 kesan di bûyerê de canê xwe ji dest dan, ku ji wan 4 kes karmendên agirkujiyê, 2 kes karmendên tendirustiyê û 2 kes rojnamevan in.

Piştî bûyerê gelek ambûlans û tîmên polîsan gihîştin cihê bûyerê.