Tebax 14, 2022 10:19 Asia/Tehran
  • Tirkiyê 136 koçberên din ên bêdestûr ên Efxanistanî şandin welatê wan

Li Îdira Tirkiyê 136 koçberên bêdestûr ên welatiyên Efxanistanê ku dereqanûnî hatine Tirkiyê, ber bi welatê wan va hatin şandin.

Koçberên bêdestûr di çarçoveya Plana Çalakiya Neteweyî û Belgeya Stratejiya Koça Bêdestûr da bi seferên charterê dişînin welatên wan.

Di vê çarçoveyê da 136 koçberên bêdestûr ên li navenda paşveşandinê bûn di bin koordînetiya Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr û ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr da anîn Balafirgeha Îdirê.

Li vê derê kontrola pasaport û miameleyên wan ên din hatin temamkirin û bi sefera charterê şandin Kabûlê.

Di navbera 6-13ê Tebaxê da ji Tirkiyê bi tevahî 906 koçberên bêdestûr ên Efxanistanî yên ku dereqanûnî hatine bi 6 seferên charterê paşve hatin şandin.

Îsal 38 hezar û 795 welatiyên Efxanistanê yên ku dereqanûnî hatibûn Tirkiyê ber bi welatên wan va hatin şandin û îsal ji seranserê Trikiyê 63 hezar û 298 koçberên bêdestûr hatin  dersînorkirin.

Tirkiye tûşî qeyrana aborî ya giran bûye û dewleta vî welatî dersînorkirina penaxwazan xistiye rojeva xwe. Li gorî amarên weşandî derbarê penaxwazên dersînorkirî ji Tirkiyê, wisa xuya ye ku welatiyên Efxan armanca Enqereyê ya sereke ne.

Serepeyv