Tebax 13, 2022 14:39 Asia/Tehran
  • Jiyana siyasî ya Erdogan bi dawî dibe

Serokên piraniya partiyên siyasî yên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku qeyrana aborî li gel totalîterîzm û siyasetên bêbandor ên hikûmeta AKP-MHPê dê dawî li jiyana siyasî ya Erdogan bîne.

Krîza aborî siya xwe avêtiye ser hemû qadên jiyana gelên Tirkiyê û her kes behsa hilbijartinan dike. Niha di atmosfera siyasî û civakî ya vî welatî de gotegot hene ku ji Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) re ti derfetek ji bo parastina desthilatê nemaye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, piraniya rapirsiyan li Tirkiyê nîşan didin ku AKPê ku berê pitir ji %50 dengan digirt, niha gav bi gav ketiye bin %30. Ji ber vê yekê serokên piraniya partiyên siyasî yên Tirkiyê di wê baweriyê de ne ku qeyrana aborî li gel totalîterîzm û siyasetên bêbandor ên Erdogan dê jiyana siyasî ya wî jî bi dawî bike.

Serokê Partiya Îslamî ya Saadetê Temel Karamollaoğlu bi tundî li ser ji hêzketin û bêdeshilatbûna Erdogan û partiya wî axivt.

Karamollaoglu got: "Erdoganê ku ji dema hat ser desthilatdariyê wek serokê baskê ciwanan ê Partiya Refahê ya Îslamî (Partiya rehmetî Erbakan) û Şaredariya Stenbolê 30 sal ezmûna xwe di warê siyasetê de berhev kiriye, gihîştiye dawiya rê û nikare bibe serkirdeyê partiyeke opozîsiyon jî.

Mehmet Tezkan ku yek ji lêkolîner û rojnamevanên navdar ên Tirkiyê ye, encamên rapirsiya 6 kompaniyên navdar ên Tirkiyê dan ber hev û rewşa rastî û populerbûna niha ya Erdogan û partiya wî û dengê wan kêmtir ji %30 ji gişt dengên gelên Tirkiyê da zanîn.

Tezkan derbarê pêşbîniya encamên hilbijartinên sala bê de jî got: eger hilbijartin bên kirin bila Erdogan kelûpelên xwe bigire û ji Qesra Beş Tepe derkeve. Erdogan ji deshilatê dikeve. Ev ne analîza min e. Ev rastiyeke ku anket nîşan didin.

Serepeyv