Parlimantereka HDP: Tirkiye hewl dide Komkujiya li Zaxoyê binuximîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335507-parlimantereka_hdp_tirkiye_hewl_dide_komkujiya_li_zaxoyê_binuximîne
Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiye derbarê êrişa Artêşa Tirkiye ser gundê Perex yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê va ragihand ku Wezareta Derve ya Tirkiye hewl dide “komkujiya li Zaxoyê” binixumîne û bûyerê bide jibîrkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 27, 2022 16:38 Asia/Tehran
  • Parlimantereka HDP: Tirkiye hewl dide Komkujiya li Zaxoyê binuximîne

Wekîla Serokê Firaksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiye derbarê êrişa Artêşa Tirkiye ser gundê Perex yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê va ragihand ku Wezareta Derve ya Tirkiye hewl dide “komkujiya li Zaxoyê” binixumîne û bûyerê bide jibîrkirin.

Wekîla Serokê Firaksiyan HDPê Meral Daniş Beştaş îro di civîneke li Parlamentoya Tirkiye de derbarê helwesta Tirkiye ya li beramber topbarana Zaxoyê de rexne li saziyên Tirkiyê û hikûmeta wî welatî girtin.

Meral Daniş Beştaş da xuyakirin ku Hikûmeta Iraqê, Tirkiyê wek berpirsê Komkujiya Zaxoyê nîşan dide lê Wezareta Derve ya Tirkiye hewil dide  bûyerê binixumîne û bide jibîrkirin.

Beştaş dibêje: Madem hûn ligel wê yekê ne ku rastî derbikevin holê, em bixwe jî ligel wê ne, çima Komîsyona Peywendiyên Derve heta niha neciviyaye? Dikarî demildest bicive, şandekê pêk bîne û biçe Iraqê.