Li herêmên kurdî yên Tirkiyê darên daristanan dibirin û dişînin rojavayê Tirkiyê
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz ragihand ku niha li 14 deverên sînorê parêzgeha Şirnexê ya Kurdistana Tirkiyê birîna darên daristanan berdewam e û got, “Darên tên birîn li navçeya Navyan a Çiyayê Cudî tên komkirin û ji wir jî bo bajarên din tên firotin.”
Dilsiz ji bo rawestandina têkdana xwezaya navçeyê jî banga piştevaniyê li raya giştî kir û got, “Têkdana xwezayê ya wan kesên ku hewl didin Cudî bikin xerabeyek, dê di demên pêşd e li navçeyê qadên jiyanê sînordar bike û keş û hewaya navçeyê têk bide û bibe sedem ku em êdî nikaribin nefesê bistînin.”
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê têkdana daristan, xweza, çavkanî û kanzayên parêzgeha Şirnexê de ji aliyê çend kompanyayan ve çend tweet belav kirine û bi wêneyan bal kişandiye ser vê rewşê.
Rojhat Dilsiz amaje bi wê yekê daye ku wan derbarê, hewlên çêkirina bendav, santral, kanên avahîsaziyê û birîna daran û çend projeyên din li derdora Çiyayê Cudî raporeke berfireh belav kirine û got: “Ev projeyên van kompanyayan ku di bingeha xwe de armanca wan bidesxistina destkeftên aborî ne, hemû jî bi hev ve girêdayî ne û dibin sedema pirsgirêkên mezin ên xwezayê.”
Dilsiz destnîşan kir ku wan bi rêyên yasayî jî çend caran gilî tomarkirine, lê hemû hatine red kirin û ti encamek bidest nexistine. Serokê Baroya Şinexê herî dawî tekez kir ku ew dê wek baro ji bo rawestandina têkdana xwezaya Şirnexê hemû proseyên yasayî bidin meşandin û derbarê mijarê de jî banga piştevaniyê li raya giştî kir.