Lehiyê li Tirkiyê canê kesekî girt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335150-lehiyê_li_tirkiyê_canê_kesekî_girt
Barînên gurr û rabûna lehî û laserê li parêzgeha Bîlecîkê li navçeya Mermereya Tirkiyê bû sebeb ku kesek canê xwe ji dest bide û kesek jî wenda bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 11, 2022 03:55 Asia/Tehran
  • Lehiyê li Tirkiyê canê kesekî girt

Barînên gurr û rabûna lehî û laserê li parêzgeha Bîlecîkê li navçeya Mermereya Tirkiyê bû sebeb ku kesek canê xwe ji dest bide û kesek jî wenda bibe.

Ji ber Barînên gurr û rabûna lehî û laserê li parêzgeha Bîlecîkê li navçeya Mermereya Tirkiyê kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî wenda bû.

Barînên gurr, rabûna lehî û laserê li nav çeman û hezaz û barîna zîpikê li 21 parêzgehên Tirkiyê ji wan Stenbol, Enqere, Eskîşehîr, Bûrsa, Bolo, Karabok, Balîkesîr û hwd, pirsgirêkên cidî pêk anîne.

Ji ber barîna giran û rabûna leşhiyê hejamreke zêde ya erebeyan di nava lehiyê da mane û bi dehan avahî û binesazî li navçeyên Esenyûrt û Heramî Dereyê yên Stenbolê û navçeyên Çaycûma û Salî Pazariyê yên ser bi Zonguldakê tûşî rabûna avê bûne.

Meha derbasbûyî jî di bûyera rabûna lehiyê li Enqere, Gomoşxane, Zonguldak û Artvînê herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest da.