PKKê baregeheke artêşa Tirkiyê li Şêladizê ya Herîma Kurdistan kir armanc
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i335001-pkkê_baregeheke_artêşa_tirkiyê_li_Şêladizê_ya_herîma_kurdistan_kir_armanc
Baregeheke Tirkiyê li qezaya Amêdiyê ji aliyê hêzên çekdar ên PKKê ve hat armanckirin. Qaymeqamê Amêdiyê jî ew nûçe ji K24ê re piştrast kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 03, 2022 07:22 Asia/Tehran
  • PKKê baregeheke artêşa Tirkiyê li Şêladizê ya Herîma Kurdistan kir armanc

Baregeheke Tirkiyê li qezaya Amêdiyê ji aliyê hêzên çekdar ên PKKê ve hat armanckirin. Qaymeqamê Amêdiyê jî ew nûçe ji K24ê re piştrast kir.

Qaymeqamê ji K24ê re got, îo 2rê Hezîranê piştî nîvro, baregeheke artêşa Tirkiyê yê nêzîkî gundê Latka yê li Şêladizê ji aliyê PKKê ve hat topbarankirin.

Qaymeqamê Amêdiyê herwiha got: “Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên wê topbaranê nayin zanîn, ji ber ku pêwendî di navbera me de tune ye.”

Piştî topbarana baregeha artêşa Tirkiyê,balafirên Tirkiyê li asmanê deverê geriyan û derdora Amêdiyê, Şêladizê, Sîryê û Kiwanê bombebaran kirin.