Kilîçdaroxlû gef li Erebistan, Israîl û Yûnanê xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334919-kilîçdaroxlû_gef_li_erebistan_israîl_û_yûnanê_xwar
Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê ragihand ku ew ê Rejîma Siyonîst, Erebistan û Yûnnaê ji ber kiryarên ku di salên dawî da pêk anîne, ceza bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 29, 2022 03:52 Asia/Tehran
  • Kilîçdaroxlû gef li Erebistan, Israîl û Yûnanê xwar

Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê ragihand ku ew ê Rejîma Siyonîst, Erebistan û Yûnnaê ji ber kiryarên ku di salên dawî da pêk anîne, ceza bike.

Kemal KIlîçdaroxlû, Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) li twitterê nivîsî: Tirkiyê di rûbirûbûna di gel Riyaz, Til Avîv û Atênê hin "Hêlên sor" hene û Erebistana Siûdî û Israîl dê berdêla kiryarên xwe bidin û Yûnan jî divê li benda hesabê be.

Kilîçdaroxlû tevî amajeya bi êrîşa Rejîma Siyonîst ser karwanê alîkariyê yê Xezeyê ku tê da 9 çalakên tirk hatin kuştin, got: Şehîdkirina welatiyên Tirkiyê li nav avên navneteweyî berdêla wê heye û Israîl divê bizane ku ev dosye nehatiye girêdan.

Ev gotinên Serokê Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) piştî hevdîtina wî ya tev malbata çalakekî tirkiyeyî pêk hat ku bi destê leşkerên dagirker ên siyonîst hatiye kuştin.

Wî her wiha di mijarên Xaşiqçî û Qibrisê da gef li Erebistan û Yûnanê xwar.