Li Stenbolê 285 koçber hatin desteserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334331-li_stenbolê_285_koçber_hatin_desteserkirin
Li navçeya Esenyurtê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, 285 koçber hatin desteserkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 01, 2022 16:28 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê 285 koçber hatin desteserkirin

Li navçeya Esenyurtê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, 285 koçber hatin desteserkirin.

Li Esenyurtê polîsan roja Sêşembê 31ê Gulanê ji bo desteserkirina koçberên ku bi awayekî neyasayî derbasî nav axa Tirkiyê bûne, operasyonek lidar xistin.

Di encama lêgerîn û pişkinînan de, polîsan 285 koçber desteser kirin.

Li gor agahiyan, ji wan koçberan 80 kes Sûrî, 54 Efxan, 38 Mexribî û 113 kes jî ji welatên din in.

Koçber bo dersînorkirinê bo Navenda Paşde Vegerandinê ya Îdareya Koçê ya Stenbolê hatin radestkirin.