Encamên rapirsîna Metropoll'ê: Rêjeya dengên HDPê %13.8 e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334310-encamên_rapirsîna_metropoll'ê_rêjeya_dengên_hdpê_13.8_e
Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Metropollê li Tirkiyê, rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %40.7 e û rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %37.7 e. Dengên HDPê jî %13.8 e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 31, 2022 21:14 Asia/Tehran
  •  Encamên rapirsîna Metropoll'ê: Rêjeya dengên HDPê %13.8 e

Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Metropollê li Tirkiyê, rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %40.7 e û rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %37.7 e. Dengên HDPê jî %13.8 e.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Rapirsiya Metropollê encamên rapirsiya dawî ku di navbera 13-20ê Gulanê de li 26 bajarên Tirkiyê bi 2 hezar û 45 kesan re hatibû kirin eşkere kir.

Li gor bersivên welatiyên rêjeya dengên partiya wiha ne:

AK Partî: %32.7

CHP: %22.6

ÎYÎ Partî: %15.1

HDP: %13.8

MHP: %8

Partiya Zafer: %1.8

Seadet: %1.6

DEVA: %1.3

Partiya Yeniden Refah(Ji Nû ve Xweşguzarî): %1

Partiya Memleket: %0,8

Partiya Karker a Tirkiyê: %0.6