Tirkiyê 5 şert ji bo endamtiya Swêd û Fenlandê li NATOyê danîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i334089-tirkiyê_5_şert_ji_bo_endamtiya_swêd_û_fenlandê_li_natoyê_danîn
Tirkiyê ji bo dayîna dengê erê bo endamtiya Swêd û Fenlandê li NATOyê pênc şert diyar kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 20, 2022 14:10 Asia/Tehran
  • Tirkiyê 5 şert ji bo endamtiya Swêd û Fenlandê li NATOyê danîn

Tirkiyê ji bo dayîna dengê erê bo endamtiya Swêd û Fenlandê li NATOyê pênc şert diyar kirine.

Radyoya gelemperî ya Ermenistanê ji zarê medyayên Tirkiyê, 5 şertên Tirkiyê ji bo ku Enqere endamtiya du welatên Swêd û Fenlandê li NATOyê bipejirîne, weşandin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a Tirkiyê û Fethullah Gulen kesayetiyê nasyar ê dijberên Receb Teyib Erdoxan serokkomarê vî welatî cîgeheke taybet di van şertan da hene.

1. Vegerandina endamên PKK û alîgirên Fethullah Gulen

2. Danasîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek koma terorîst

3. Qutkirina piştevaniya ji alîgirên Gulen (Tawanbarê darêştin û cihanîna darbeya serneketî ya sala 2016an li Tirkiyê)

4. Girêdana hemû enistîtûyên têkildarî komên ku Tirkiye wek "rêxistinên terorîstî" dizane

5. Raberkirina garantiyên guncaw

 

Erdoxan piştî daxwaza Swêd û Fenlandê ji bo endamtiya li NATOyê gotibû ku di rewşa niha da ev biryareke erênî nîne.