Erdogan tekezî li ser girîngiya hilbijartinên sala bê yên Tirkiyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333908-erdogan_tekezî_li_ser_girîngiya_hilbijartinên_sala_bê_yên_tirkiyê_dike
Serokomarê Tirkiyê got ku hilbijartinên sala bê xwedî girîngiyeke taybet in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 12, 2022 15:41 Asia/Tehran
  • Erdogan tekezî li ser girîngiya hilbijartinên sala bê yên Tirkiyê dike

Serokomarê Tirkiyê got ku hilbijartinên sala bê xwedî girîngiyeke taybet in.

Hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê dê di Hezîrana 2023an de bên kirin. Ev hilbijartin di sala ku Tirkiye 100 saliya ragihandina komarê pîroz dike de pêk tên. Hevpeymaniya Partiya Dad û Geşepêdanê û Partiya Tevgera Netewî berî niha ragihandibûn ku di hilbijartinan de tenê Erdogan dê bibe namzetê wan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, serokomarê Tirkiyê roja çarşemiyê hilbijartinên giştî yên sala 2023`an ji bo çarenivîsa vî welatî giring da zanîn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqerê di civîna ligel serokên partiyên herêmî de, pêşiniyên Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthilatdar eşkere kir.

Erdogan got, "Hilbijartinên 2023'an ji bo Erdogan û AKP'ê ne girîng in, ji bo Tirkiyê girîng in." eva maye ser xelkê ku çi hilbijêrin, gelo ew dixwain Tirkiye bikeve nava 10 welatên pêşkeftî yên cîhanê yan na.”

Tenê salek ji hilbijartinên giştî yên Tirkiyê re maye, hikûmeta Erdogan ji bo derbasbûna ji qeyrana aborî ya ku pê re rû bi rû ye, rûbirûyê rêyeke dijwar bûye û belge jî nîşan didin ku ti planek zelal ji bo bidawîkirina enflasyona zêde ya Tirkiyê nîne.