Li Tirkiyê: Bihayên kelûpelên avahiyan %101.57 zêde bûne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333888-li_tirkiyê_bihayên_kelûpelên_avahiyan_101.57_zêde_bûne
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku meha Adara 2022ê bihayên kelûpelên çêkirina avahiyan mehane %9.58 û salane jî %101.57 zêde bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2022 12:45 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê: Bihayên kelûpelên avahiyan %101.57 zêde bûne

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku meha Adara 2022ê bihayên kelûpelên çêkirina avahiyan mehane %9.58 û salane jî %101.57 zêde bûne.

TUIKê amarên bihayên kelûpelên çêkirina avahiya yên meha Adarê eşkere kirin. Li gor amaran enflasyona mehane ya kelûpelên avahiyan %9.58 e û enflasyona salane jî %101.57 e.

Bihayên karê karkeriyê jî li gor meha Sibata 2022ê %1.16 zêdê bûne û li gor meha Adara 2021ê jî %42.58 zêde bûne.

Bi giştî jî bihayên çêkirina avahiyan li gor meha Sibata 2022ê %8.80 û li gor meha Adara 2021ê jî %98.14 zêde bûne.