PKK: Li Şêladizê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333857-pkk_li_Şêladizê_3_leşkerên_tirkiyê_hatin_kuştin
Tîmeke şervanên PKKê li dijî baregeheke dewleta Tirkiyê a navçeya Şêladizê li Herêma Kurdistanê, êrişek kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 10, 2022 09:00 Asia/Tehran
  •  PKK: Li Şêladizê 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Tîmeke şervanên PKKê li dijî baregeheke dewleta Tirkiyê a navçeya Şêladizê li Herêma Kurdistanê, êrişek kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Li gorî nûçeya çavkaniyên kurdî, Tîmeke şervanên PKKê 9'ê Gulanê saet di 13:40'î de li baregeha leşkerî ya dewleta Tirkiyê a Sîrê ya li Şêladizê xistin.

Êrişa hanê li dijî 5 leşkerên Tirkiyê hate kirin ku hewl didan ji tankê re çeperê çêbikin. Di encama êrişê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku êrişa hêzên PKKê ji bo bîranîna kuştiyên vê grûpê yên Gulanê hatiye lidarxistin.