Hejmara deyndarên bankan li Tirkiyê zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333842-hejmara_deyndarên_bankan_li_tirkiyê_zêde_bûye
Dayîna hikmên binçavkirinê û destdanîna ser heyîtiyên gel li Tirkiyê ji ber ku nikarin deynên bankan bidin, zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 09, 2022 13:43 Asia/Tehran
  • Hejmara deyndarên bankan li Tirkiyê zêde bûye

Dayîna hikmên binçavkirinê û destdanîna ser heyîtiyên gel li Tirkiyê ji ber ku nikarin deynên bankan bidin, zêde bûye.

Koma aborî ya CHPyê li parlimana Tirkiyê ragihand, welatiyên vî welatî ji ber deyna kartên kredît û qerzên kirîna mal û erebeyê û çareserkirina hewcetiyên xwe yên din ji bank û enistîtûyên krediyê, hezar û 96 miliyar Lîre (beranberî derdora 75 miliyar dolaar) qerz wergirtine.

Ji bo gelek wergirên qerzê li Tirkiyê ji ber nedana deynên xwe, li dadgehê dosye hatiye vekirin. Deyna van kesan 28.3 miliyar lîre hatiye nirxandin.

Dozgeriya Tirkiyê ji bo wergirên qerzê yên ku nikarin deyna xwe bidin, tenê di çar mehên destpêka îsal da 3 miliyon û 400 hezar dosye vekirine. Nirxa binçavkirina kesên ddeyndar an destdanîna ser heyîtiya wan di vê heyamê da sedî 25.6 pêka sala par zêdde bûye.

Aniha 23 miliyon û 449 hezar dosyeyên têkildarî deyndarên bankî li dadgehên Tirkiyê di nobeta vekolandinê da ne.

Tirkiye ji çend mehan beriya niha va tûşî qeyrana giran a aborî bûye û gelê vî welatî bi zama sedî 70 debara xwe dikin û heta niha gişt hewildanên Receb Teyib Erdoxan ji bo rawestandina pêvajoya daketina bihayê Lîreyê, zêdebûna asta bêkariyê û kêmkirina navbira çîn û qatên civakê tûşî şikestê bûne. Vê rewşê asta hezkirîbûna Erdoxan û AKPyê gelekî daxistiye.