Li çiyayên Pulûra Dêrsimê belekiyên berfê û li jêrê jî rengê biharê heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333789-li_çiyayên_pulûra_dêrsimê_belekiyên_berfê_û_li_jêrê_jî_rengê_biharê_heye
Li Pulûra navçeya Dêrsimê berf heliya û deşt û zevî bere bere rengê biharê dixemilin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 07, 2022 07:48 Asia/Tehran
  •   Li çiyayên Pulûra Dêrsimê belekiyên berfê û li jêrê jî rengê biharê heye

Li Pulûra navçeya Dêrsimê berf heliya û deşt û zevî bere bere rengê biharê dixemilin.

Pulûra ku nifûsê wê qederê 7 hezar e û hezar û 500 mêtro bilind e her demsal geştiyar û tebîethez tên serdana navçeyê.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Li navçeyê berfa li deştê heliya û deşt û erazî bere bere rengê biharê dixemilin, lê li ser çiyayên bilind hê jî berf heye. Li jorê belekiyên berfê hene û li jêrê jî di nava çayîr û çêreyê da kulîlkên newroz, qalçîçek û sinbilan vekirine.

Li Pulûra ku çem û çavkanî û avgurên wê zêde ne heywandar bere bere pez û dewarên xwe li pal û berpalan rast dikin û diçêrînin.

Ji ber berfa ku dihele jî ava Çemê Aksu û Munzurê zêde dibe û dîmenên gelek xweş derdikevin holê.